Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraniyên akinciyê Vankovera Kanadayê piştevaniya xwe ji Kebûdvend ragihand

17:32 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Îraniyên akinciyên Vankovera Kanadayê bi lidarxistina civînekê nerazîtiyê piştevaniya xwe ji Kebûdvend nîşan dan.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 8’ê Tîrmeha 2012’an, Komîteya Vankover a PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê li bajarê Vankovera Kanadayê, civînek nerazîtiyê bi mebesta piştevanî ji daxwaziyên Kebûdvend, çalakê mafên mirovan nîşan dan.

1589.jpg


Di civîna han de ku hejmarek zêde a Îranî û xelkê Kanadayê beşdar bûn, daxwaz ji dewleta Kanadayê kirin ku di pêxema baştirbûna rewşa mafên mirovan di Îranê de hewl bide.
Di civînê de peyama hevpar a PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê di pêwendî li gel piştevanî ji Kebûdvend bi sê zimanên Kurdî, Farsî û Înglîzî û herweha peyama Saziya Fîdayiyên Xelqê Îranê hatin xwendin.

1590.jpg


Patrîk Waliş hunermend û nivîskarê Kanadayî, helbest û sirûdek pêşkêş bi Kebûdvend kir.
Di dawiya civîna han de, beşdaran bi şandina nameyekê ji Serokêwezîr û berpirsên Kanadayê re, xwazyarên vê yekê bûn ku ji caran çalaktir givaşên xwe bo ser rejîma Îranê çendqat bikin û piştevaniyê ji mafên netewa Kurd û girtiyên siyasî bikin.

23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo