Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hukmê girtîgehê bi ser hevwelatiyek bajarê Seqizê de hat sepandin

22:52 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistabnmedia: Hevwelatiyek bajarê Seqizê bi tometa hevkarî li gel yek ji partiyên Kurd ên dijberî rejîmê kêmî ve bi salekê hepsê hat mehkûmkirin û xwe bi girtîgeha Seqizê da naskirin.


Li gor nûçeyê nûçegihaniya “Mukriyanê”, Sîrwan Rehmanî, hevwelatiyê bajarê Seqizê, ji aliyê dadgeha Şoreş ve hukmê çar salan hepsê biser de hat sepandin, ku hukmê han di dadgeha pêdeçûnê de bo salewkê hat kimkirin.
Navbirî ku bi tometa hevkarî li gel partiyek siyasî a Kurdî hatiye tawanbarkirin, roja 10’ê Tîrmehê piştî ragihandina hukmê wî, bi mebesta derbaskirina heyamê hukmê xwe, xwe bi girtîgeha Navendî a Seqizê da naskirin.

23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo