Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiya endam û pêşmergeyekî kevnar ê Hizba Demokrat

21:20 - 5 Gulan 2015

Kurdistanmedia: Roja duşemî, 14ê Banemera 1394 a rojî (4ê Gulana 2015), Qadir Pûrhusênî, naskirî be Mela Qadir Laçînî, endam û pêşmergeyê PDKÎ bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.

Li gor rapora Kurdistan Media, Mela Qadir Laçînî salla 1319an a Rojî ji dayîk bûye û li dawiya dehsalên sê ya koçî de bûye endamê Hizba Demokrat û li tevgera çekdariya salên 46-1347an a I dijî rejîma paşatiyê de beşdarî kiriye.

10715.jpg
Qadir Pûrhusênî

Navhatî paşan di kumpiloyek SAWAKê dehatiye destbiser kirin û bo midehê 10 salan di reşçaên rejîma paşatiyê de bûye û li ser û bendê şoreşa gelên Îranê de serbest hate berdan û piştî azadbûn û xebat û tekoşîna eşkere ya PDKÎ çalakiyên xwe dest pê kirin.

Qadir Pûrhusênî, midehê çend salan li nexweşxaneya hizbê li gundê Deştêw a devera sînorî xizmeta xwe berdewam kiriye û paşan li ser rizamendiya hizbê vedigere ser jiyana asayî a xwe û heta dawîn demên jiyana xwe emegnas bi armancên partiyê ma.

Termê navhatî li nav girseya xelkê deverê, dost û xizm û kes û karan de li Mehabadê de bi xakê hat spartin.

PArtiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî sersaxiyê ji malbat û kes û karên Mela Qadir Laçînî, xwe di xem û kovanên wan de bi şirîk û beşdar dizane.