Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çandina şitlên daran ji aliyê xwandekarên bajarê Bane ve

15:35 - 14 Gulan 2015

Kurdistan Media: Çendîn Dibistanên bajarê Bane bi pêşengiya encûmena “Pajîn”, bi çandina Şitlên darberû li cihên cuda cuda yên wî bajarî de, li hewla parastina jîngeha Kurdistanê de ne.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, xwandekarên dibistanên seretayî ên “Nemekî” û“Şahid” yên bajarê Bane li doma gelaleya “Parêzeranî jîngehê” û piştî vekirina fermî ya Nemamgeha “Pajîn”,roja Sêşemî 12`êGulanê, şitlên daran pêşkêşî şitilgeha encumena jîngehparêziya Pajîn li Parka “Pîrmurad”de kirin.

Encumena Pajîn li dibistanên Bajarê Bane de li hewla rakişandina bala zarokên dibistanî û qutabiyan de ye ji bo encamdana çalakiyên jîngehparêziyê.

Ew çalakoya jîngehparêziyê, ji bo bîranîna “Necme Qadirî”çalakvanê jîngehparêz hat encamdayîn.
Herwisa qutabiyên dibistanên destpêkî ya “Mutehirî” ya bajarê Banê, di hewlek jîngehparêzî li çiyayê “Silêman Beg”, goristana wî bajarî ji kirs û kewal û ziblan paqij kirin û şitilgehek taybetî jî ji bo dibistana xwe vekirin.

Encumena jîngehparêzî ya Pajîn a bajarê Bane, bi vekirina şitilgeha dar berûyan, li jêr durûşma “her qutabxaneyek, şitilgehek e”, hewl xebatên jîngehparêzî ên xwe jib o perwedeya zarok û nûciwanên jîngeh dost xurttir kirine.