Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rê û resma 22’ê Pûşperê li Siwîs ê

14:24 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Bi boneya 22’ê Pûşperê, 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî li welatê Siwîsê rê û resmek birêve çû.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja 14’ê Tîrmeha 2012’an, rê û resma 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî, ji aliyê Komîteya PDK Îranê li Siwîsê, bi beşdariya hejmarek endam û alîgirên PDK Îranê û nûnerên partî û saziyên siyasî birêve çû.
Destpêka rê û resmê bi xwendina sirûda netewî a “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo canê paqij yê şehîdan destpê kir.
Peyama Komîteya Giştî a PDK Îranê li welatê Siwîsê ji aliyê birêz “Namdar Seferî” Berpirsê Komîteyê ve hat xwendin.
Piştre mêvanê taybetî yê bernameyê birêz “Sidîq Babayî” çalakê siyasî, sebaret bi rolê Dr. Qasimlo di xebat û şoreşa netewî a Kurd de û herweha li ser dîroka teror û sedemên terora Dr. Qasimlo ji aliyê rejîma îslamî a Îranê ve, basek pêşkêş kir.
Di beşek din de fîlmek dekyomentî li ser jiyana siyasî û terora Dr. Qasimlo hat pêkêşkiirn.
Piştre peyama Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistan Îranê ji aliyê “Hîwa Selîmî” ve hat xwendin.
Di dawî de peyama Tevgera Demokratîk a Kurdistanê ji aliyê birêz “Reifet” û herweha jiyannameya şehîd “Ebdulla Qadirîazer” ji aliyê birêz “Ehmed Hemze” ve hat xwendin.