Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî û Lozan

20:08 - 18 Gulan 2015

Şehab Xalidî

Bêguman her demekê ku Komara Îslamiya Îranê dikeve nav kirîzeke kûr de, axivtina dawiyê Xamineyî bi xwe dike, lê carina berevajî xwe dide aliyekî, û hewl dide xwe bêalî nîşan bide, û guneha paşekêşekirina ji helwestên xwe yên pêşîn bixe stûyê dewletê.

Belê herwekî em dizanin Ehmedînijad ku bi siyasetên xwe yên çewt ragehand ku biryarnameyên Konseya Ewlekariyê kaxezên diriyayî ne, û Xamineyî jî spasiya xelkê dikir ku di hemberî şeytanên mezin wate Amerîkayê de xweragir in, û teslîmî tehrîmên wan nabin, û xelkê hejar xistin nav rewşeke dijwar de, û îro rojê neçar in paşekêşeyê bikin, em dibînin ji aliyekî ve, nevêrin bi yekcarî bêjin ku em encama rûniştina Lozanê ret dikin, û ji aliyekî din ve jî dixwazin vê paşekêşeya xwe bipeçêvin, û hêcetan jê re bînin.

Lê herçend ku ew paşekêşeya wan jî di dirêjheyam de zehmet e ku bi qazancê xelkê hejar ê welatê me bi dawî bê, lê em dibînin ku vê paşekêşeya rejîmê di hemberî Amerîka û Rojavayiyan de, şer û kêşeyên navxweyî yê di navbera baskên cur bi cur ên rejîmê de pirreng kiriye.

Belê îro rojê em dibînin ku ew xetên sor –rûniştina di gel şeytanê mezin, û teslîmnebûna di hemberî tehrîman de- hatin bezandin, û Xamineyî jî giraniya xwe di nav alîgirên xwe de ji dest dide, lewra baskê wî, wî cardin tûj dike, ku helwestên tundûtûj di hemberî baskên dijber de bigre. Herçend ku heyeta gotûbêjkar li gora pêşniyarên wî û bi dilê wî jî gotûbêj bi welatên Rojavayî re kiribin jî, lê dîsan encama gotûbêjan wisa nîşan dide, ku Xamineyî bi sedema gefxwarinên xwe yên pêşîn, û niha jî berevajî bi paşekêşekirinê -nermiya qehremanane (nermişê qehremanane)- giraniya xwe ji dest bide, lewra ew hewl dide ku xwe vê care bêalî nîşan bide, û dibêje ku ez ne dijî encam rûniştina Lozanê me, û ne jî razî bi encama wê rûniştinê me.