Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî aloziyên Mehabadê, diziya çekdarî ji bankek wî bajarî hate kirin

13:07 - 19 Gulan 2015

Kurdistan Media: Bankek bajarê Mehabadê li qada “Terebar”a wî bajarî de ji aliyê çend çekdarên nenaskirî ve hat şelandin.
Li gor rapora Kurdistan Media û li ser bingeha nûçeya ajansa Kurdpa, çend çekdarên nenaskirî demjimêr 15:30 deqîqeyên piştînîvroya roja duşemî, 18ê Gulanê, tayê meydana Terebar a Banka “Sadirat”a bajarê Mehabadê kirin armanca xwe û şelandin.

Wê jêderê ji zarê şahidhalan ve nivîsandiye: Du çekdaran ji Banka Sadirat a bajarê Mehabdê dizî kirine û bi tirombêlek corê “Pêjo” jî li cihê bûyerê dûr ketine.

Banka han li 200 metroyî a hote Tara ya Mehabadê de hilketiye, ku çend rojan berî niha ji ber mirina biguman ya karmenda kurd ya bi navê Ferînaz Xusrewanî ve hat şevitandin.

Çend hevwelatiyan ji Mehabadê ve bi nûçegihaniya Kurdpa ragihandin: kiryarên han ji aiyê dardestên rejîma Îranê ve tên encamdayîn û şevitandina hotel Tara jî bi tu awayî ji aliyê neraziyan ve nebûye.