Kurdistan Media: Piştî belavkirina dîmenên wîdyoyî ên“Ferînaz Xusrewanî”, parêzerê wê malbatê ragehand ku belavkirina wan fîlman, bêrêzî û sivikatî ye bi keramet û şerefa wê keçê.
Li gor rapora malpera Kurdistan Media, malbata Ferînaz Xusrewanî li hember belavkirina Widyoyên hotel Tara`yê, doz vekirin û xembarî û nerihetiya xwe jî li vê derheqê de nîşan dan.
Bi gotina hevwelatiyên bajarê Mehabadê, kurê xwedî hotelê nêzîk bi 1500 CD ên hat û çûyînên Ferînaz Xusrewanî yên berî mirina wê li hotelê de belaw kirin ku armanc jê, “rohnkirin”a raya giştî a Mehabadê bûye.
Malbata Ferînazê derheq belavkirina wê vîdyoyê, doz I dijî dozgerê Mehabadê vekirin û kiryara han bi bêrêzî dan zanîn.
Belavbûna van vîdyoyan di demekê de ye ku endamek ji malbata xwediyê hotelê daye zazîn ku: Harda kompiyotera hoteê ji aliyê neraziyan ve hatiye dizîn û ew dîmenên vîdyoyî ji riya Bilotos`ê veli nav hevwelatiyên bajarê Mehabadê de hatiye belavkirin.
Eva jî li halekê de ye ku şahidhalên nerazîbûnên Mehabadê ragehandibûn ku tu hewl û bizawek ji b o dizîn û talankirina kel û melên nav hotel Tara ya Mehabadê de ji aliyê nerazîbûyan ve nehate dayîn û bi tu awayî ne karek wusa hatiye kirin û ne jî defetek wusa hebû.
Berpirsê dadverî û ewlehiya rejîma Îranê ragihandin ku tawanbarê wê bûyerê destbiser û li jêr lêpirsînan deye.
Ew gotina berpirsên rejîmê I halekê de ye ku encama dosyeya mirina Ferînaz Xusrewanî ji kesê re rohn nebûye û hevwelatî, gotin û axaftinên berpirsiyarên rejîmê Ii dor mirina Ferînazê bi derew dihesibînin.