Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên PDKÎ sibeha îro bûne armanca êrîşa PKK +Tekmîlî

14:40 - 24 Gulan 2015

Kurdistan Meida: Sibêdeya îro Yekşemî, 24’ê Gulana 2015’an hêzek ji gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrîşî ser pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kirine.
Bîstek din Deftera Siyasî a PDK Îranê derheq bûna pêşmergeyên hizbê li vê deverê û ew pirsgirêk û giriftên ku li sînorên Kurdistanê de çêbûne, dê daxuyaniyekê bo raya giştî biweşîne.
Berpirsekî leşkirî ê pêşmergeyên PDK Îranê li deverên sînorî, nûçeya şehîdbûna du pêşmergeyên vê partiyê piştrast kir.
Midehê zêdetir ji sê hefteyan e ku hejmarek ji pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi armanca çalakiyan Ii hundurê Kurdistana Rojhilat de, li deverên sînorî ên navbera Rojhilat û Başûr de cihgîr bûne.

Piştî hizûra ev hêja Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê gerîlayên PKK ê ve hatine dorpêç kirin û piştî hewl û xebatek berdewam yên PDK Îranê li dor çareseriya vê pirsgirêkê û pêşgirtina ji her terze aloziyekê xistin tevgerê.

Ji aliyekî din ve beşekî berçav ji hizb û aliyên siyasî ên her çar parçeyên Kurdistanê, pişgiriya xwe ji PDK Îranê ragihandine.
Partiyên Rojhilatê div ê baweriyê de ne ku xaka Kurdistanê milkê tu hizbekê nine û Partiya Demokrat her partiyek din jî ger bixwaze, dikare li xak û welatê xwe de çalakiyan encam bide.

Li vê derheqê de Partiya Sosyalîs a Kurdistanê jî daxuyaniyek weşand û dide zanîn ku “Nabe PKK bibe parêzvanê Tixûban”.
Eva jî deqa daxuyaniya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê li vê derheqê de ye:

PSK: Nabe PKK Bibe Parêzvanê Tixuban

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) ragihand, ku gerîllayên PKK li ser tixuba Kurdistana Başur û Rojhilatê dora hinek Pêşmerge girtine û nahelin, ku Pêşmergeyên hanê biçine Kurdistana Rojhilatê.

Çend roj berê xalkê Mehabad û bajarên din yên Kurdistana Rojhilatê ji bona protesto kirina karmendên rejîmê, ku xwastina destdirêjiya keçê Mehabadî bi navê Ferînaz Xosrewanî bikin û bi vî awayî bûna sedema mirina qîza hanê, rabûne ser piyan.

Di hel û mercên usa da PKK pêşiya Pêşmergeyên Kurdistana Rojhilatê digre daku neçine Kurdistana Rojhilatê. Çu sedemên maqul ji bo karê hanê ya bêxer nîne.

Îro DAİŞ û buyerên dinê tixubên, ku li Rojhilata Navîn ber xilafa wîna gelê navçe hatiye destnişan kirin û welatê me parçe parçe kiriye, ji holê rakiriye. Di zirufeka usa da nabe PKK tixubên dewleta dagirker a Îranê biparêze û rê li ber Pêşmerge bigre, ku dixwazin biçine welatê xwe.

Hevkariya hêzên siyasî, îro ji her demî pirtir pêwîst e û divê PKK halwesta xwe ya Kurdistana Başurê Rojava, li Kurdistana Rojhilatê dubare neku û rê li ber xebata hêzên welatparêzan negre. Ji ber ku halwesta hanê xizmeta doja Kurd nake.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) piştgiriya li halwesta PDKÎ ya pêgir û li hewlên wê dike, ku dixwaze kêşeya hanê bi rêka giftugo û diyalog were çareser kirinê.

PSK banga PKK dike, ku guhê bide daxwazên PDKÎ yên hêzên dinê, rê li ber Pêşmerge negre, nebe astengek li ser rêya Pêşmerge, ku dixwazin biçine welatê xwe.

PSK bona ku pêşiya şerê birakujî bê girtin, banga hêzên siyasî, dezge û komelên demokratîk û sîvîl û şahsiyetên welatparêz dike, ku fişar li PKK bikin, daku guhê xwe bide daxwaza giftugo û diyalogê.

23 Gulan 2015
Partiya Sosyalîst a Kurdistan


Her li vê derheqê de Sekretariyeta Komeleya Şoreşgir a Zehmetkeşên Kurdistana Îranê jî daxuyaniyk I vê derheqê de weşand.

Li daxuyaniya Komeleyê de hatiye ku “ em vê kiryara PKK mehkûm û şermezar dikin û piştgiriya xwe jî ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tînin ziman. Û carek din jî em radigehînin ku çaakî û liv û tevger li xaka Kurdistana Rojhilatê de bi mafê Rewa û bê qeyd û bend ya Partiyên Rojhiatê dizanin”.
Nûçeya han berdewam dê were nû kirin…

Mihemed Salih Qadirî, endamê Komîteya Nawendî û berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê bi nûçegihaniya “Kurdistan Media” ragihand ku: di êrîşa îro ya PKK bo ser PDKÎ, mixabin hejmarek ji her du aliyan şehîd û birîndar bûne.

Berpirsê Têkiiyên PDKÎ herweha da zanîn ku: Em pir xebitîn ku vê pirsgirêkê ji riya diyalog û guftigoyan ve çareser bikin, lê ji ber berdewamiya êrîşên PKK , pêşmergeyên hizbê jî bi neçarî û jib o berevanîkirin ji xwe dest bo çekê birine.

Her li vê derheqê de Sekretariyeta Komeleya Şoreşgir a Zehmetkeşên Kurdistana Îranê jî daxuyaniyk I vê derheqê de weşand.

Li daxuyaniya Komeleyê de hatiye ku “ em vê kiryara PKK mehkûm û şermezar dikin û piştgiriya xwe jî ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tînin ziman. Û carek din jî em radigehînin ku çaakî û liv û tevger li xaka Kurdistana Rojhilatê de bi mafê Rewa û bê qeyd û bend ya Partiyên Rojhiatê dizanin”.
Nûçeya han berdewam dê were nû kirin…
Nûçeya nûtir…