Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî bi endam û alîgirên Hizba Demokrat Ii Waşingtonê de civiya

22:24 - 4 Hezîran 2015

Kurdistan Media:Li vê civînê de Mistefa Hicrî bi hûrî bal kişande ser rewşa siyasî, aborî û civakî ya Îran û Kurdistanê û li vê derheqê de helwest û siyaseta hizbê şirove kir.

Li gor malpera Kurdistan Media, li doma kar û çalakiyên sekreterê giştî yê PDK Îranê li Amerîkayê de, roja Yekşemî, 31ê gulana 2015an, Komîteya PDKÎ li wî welatî de, civînek rêxistinî jib o sekreterê PDKÎ, Mistefa Hicrî li dar xist.

Endamên PDKÎ li devera Waşingtonê li vê civînê de beşdar kirin.
Destpêka civînê bi deqîqeyek bêdengî jib o rêzgirtin ji canê paqije şehîdên Kurd û Kurdistanê û dawîn şehîdê Hizba Demokrat “Qadir Kerîmî” destpê kir.

Paşan Cemal Ebdulazade, bi nûneratiya endamên hizbê bixêrhatinek germ ji sekreterê giştî yê Hizba Demokrat jib o Amerîkayê kir û hêv xwast ku I vê sefera siyas û dplomatk de serkevt be.

Paşan Mistefa Hicrî axaftinek pêşkeş kir. Hicrî di axaftinên xwe de bal kişande ser rewşa siyasî, aborî û civakî Kurdistan û Îranê û li vê derheqê de helwest û siyasetên PDKÎ ji beşdarên civînê re şirove kir.

Hicrî bal kişande ser rewşa aloz ya Rojhilata navîn û deverê û li vê derheqê de jî helwest û pêngavên PDKÎ ji endaman re bas kir.

Sekreterê giştî li doma axaftina xwe de, basa rewşa navxweyî a partiyê kir û li vê derheqê de tevî pêşkeşkirina rênimayî ên binirx jib o karê siyasî û rêxistinî ya hizbê li Amerîkayê de, asoya cihgîrbûna pêşmergên Hizba demokrat li çiyayê Kêleşînê de anî berbas.

Mistefa Hicrî lid or pêşeroja hizbê û pêwendiyên navbera me û hevalên berê de, eşkere kir ku Hizba demokrat li gor yasayên pejrandî ên xwe pêngavan jib o çareseriya vê pirsê diavêje û li vê derheqê de heya encamên dilxwaz ku li qazanc û berjewendiya civatên xelkê û tevgera miî demokratîk a Kurdistanê de bin, em ji tu kar xebatekê xemsar nabin.

Li dawiya vê civînê de, endamên partiyên dîtin û nerîn, pirsiyar û pêşniyazên xwe lid or mijarên baskirî anîn rojevê û sekreterê hizbê jî bersiva wan da, ku nirxandinên sekreter ji aliyê xelkê ve bi germî pêşwazî jê hat kirin.

Her li vê derheqê de, li merasîmek taybetî de, malbatên endam û alîgirên hizbê li devera Waşingtonê bi merema bixêrhatin kirin û nûkirina dîdarê bi Mistefa Hicrî, sekreterê hizbê re, korek dostane jêre pêk anîn.

Sekreter jî tevî spas û qedrzanîn û keyfxweşiya xwe ji vê pêşwaziya germ, basek siyasî lid or dawn guhertinên siyasî I Îran, Kurdistan, dever û cîhanê pêşkeş kir û siyaset û helwesta PDKÎ şirove kir.
Sekreter li dawiya axaftina xwe de spasiya piştgirî û destekdayîna tevalî ya endam û alîgirên PDKÎ kir û hêvî xwast ku ew pêwendî û destekdayîn berdewam bin.

Li dawiyê de jî endam û alîgiran pirsiyar û têdîtinên xwe pêşkeşî sekreter kirin û ji aliyê navhatî ve jî hatin bersiv dayîn.