Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştewaniya xelkê Kurdistana Rojhilatê ji hêza pêşmergên Demokrat

16:18 - 18 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Endam û alîgirên Hizba Demokrat û ciwanên şoreşvan ên Kurdistana Rojhilatê bi nivîsanina durûşman li ser sînoran, pêşwazî ji hêzên pêşmerge ên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê dikin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, endam û alîgirên Hizba Demokrat, rêvîngên rêya şehîdan û evîndarên rêbaza Qazî, Qasimlû û Şerefkendî, pêşwazî ji hêzên pêşmergên Hizba Demorat a Kurdistana Îranê dikin.

Endamên Hizba Demokrat bi armanca pêşwazîkirin ji hêzên pêşmerge ên Hizba Demokrat û nîşandana piştewaniya xelkê Kurdistana Rojhilatê ji Hizba Demokrat, li sînorên Dalanper durûşm nivîsandine.

Ev rapora bas ji vê dike ku rêvîngên rêbaza Demokrat li ser kewirên devera Dalanper bi nivîsandina durûşmên “Silav li Kurdistan” “silav li Qasimlo” pêşwazî ji hêzên pêşmerge ên Hizba Demokrat kirin û bi vê şêweyê, piştewniya xwe û xelkên Kurdistana Rojhilatê ji Hizba Demokrat û vegeriyana hêzên vê Hizbê ji bo navxweyî Kurdistana Îranê nîşan dan.

Berê jî endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Sîlwana û devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê bi çalakiyên tebilîxî piştewaniya xwe ji Hizba Demokrat li ser sînorên Rojhilatê de nîşan dabûn.