Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

4 girtiyên siyasî ên Ereb li girtîgehên rejîma Îranê de dest bi grieva birçîbûnê kirin

20:39 - 20 Hezîran 2015

Kurdistan Media: 4 girtiyên siyasî ên Ereb yên Ehwazê li girtîgeha “Recayî Şehr”a bajarê Kerecê de bi sedema “berdewamiya îşkencedana wan, kuştina li ser xwe û herweha ragirtina neyasayî û nemirovane û pêrenegihîştina bi girtiyan”girev ji xwarinê (birçîbûnê) digrin.

Li gor vê raporê, Xalid Herdanî, Ferheng Haşimpûr, Resûl Herdanî û Ûehram Pûrmensûrî, ew 4 girtiyên siyasî ên Ereb yên Ehwazê li girtîgeha Recayî Şehr ya Kerecê de ne ku bi armanca nîşandana nerazîbûna xwe bi “ ragirtina neyasayî û nemirovane û pêre negihîştina bi girtiyan li girtîgehên rejîma Îslamî ya Îranê de” dest bi gireva birçîbûnê kirine.

Ew çar girtiyên siyasî ên ereb ji berevankarên mafên Mirov û demokrasîxwazên Îran û cîhanê ne ku daxwazkarê piştewanî û alîkariyê ne.

Li gor çavkaniyek haydar, Xalid Herdanî ragihandiye ku: li egera domandina bi destbiserî û zîndan û îşkenceya hevalên min, gireva hand ê berdewam bike û herweha gotiye ku hevalên me tu tawan ninin ku hêjayî cezaya nemirovane ya 15 sal girtîgehê bin.

Xalid Herdanî, endazyar, nivîskar û rexnegirê civakî – siyasî li bervara 19ê Hezîrana 2015an de li Ehwazê de jidayîk bûye û li sala 2000î debi tometa “têkdana ewlehiya balefire” bi îdamê hatiye mehkûm kirin, lê piştre bi hepsa hertimî hat mehkûmkirin.

Şehram û Ferheng Pûrmensûrîş her li ser vê dosyayê destbiser û bi girtina hetahetayî hatin mehkûmkirin ku li vê demê temenê ew du hevwelatiyê ereb li jêr 18 saliyê de bû.