Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hamburg: Birêveçûna aksiyonek nerazîbûnê derheq lidarvekirina Mensûr Arwend

20:28 - 21 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Aksiyonek nerazîbûnê bi armanca şermezarkirina lidarverkirina girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê li bajarê Hamburga Almaniyayê de hate lidarxisitin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja şemî 20’ê Hezîrana 2015’an, Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hamburg ya Almaniyayê li xwepêşandanekê de bi armanca pirotestokirina Îdamakirina Mensûr Arwend, çalakvanê siyasî yê Kurd ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê lidar xist.

Li destpêka vê aksiyona nerazîbûnê de, Şehriyar Neqşbendî, berpirsê Komîteya Hizbê li Alman de peyamek bi kurdî û farsî pêşkeş kir. Piştre peyama komîteya Hizbê bi zimanê Almanî jî hate xwandin û Hizbê di vê peyamê de tevî şermezarkirina Îdama Mensûr Arwend “Şoreşvanê Kurd” , îşare bi binpêkirina mafên mirov, rewşa neteweyên Îranê bi xasmanî gelê Kurd û girtiyên siyasî û xurtbûna pêvajoya lidarvekririna girtiyan ji aliyê rejîma Îranê kir.

Her di vê xwepêşandanê de, bi sedan kopî ji peyama komîteya Hizbê bi zimanê Almanî hatibûn çapkirin ku ji aliyê endamên Hizbê ve li nav hevwelatiyên Almanî de hatin belavkirin.

Herjmarek berbiçav ji Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê û Partî û rêxistinên Kurdî û herwiha hejmarek çalakvanên siyasî yên Îranê jî di vê xwenîşandanê de beşdarî kirin û rewşa Îdamê û bi xasmanî lidarvekirina çalakvanên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve hate pirotesto kirin.

Her di berdewamiya xwenîşandanên derweyî welat de, bi armanca pirotestokirina îdama Mensûr Arwend, di bajarê Koln a Almaniyayê de jî xwenîşnadanek ji aliyê komîteya Hevkar ya hêzên siyasî yên Kurdistanê birêve çû ku hejmarek ji endamên Hizbê jî beşdarî di wê xwenîşandanê de kirin.