Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna semînarekî ji bo nûnerên Hizba Sosiyalîst a welatê Holenda û Hizba Demokrata Kurdsta Îranê

14:26 - 25 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Semînarek bi alîkarî ya Hizba Sosiyalîst a Holenda û Yeketiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê, di bajarê Zûle ya Welatê Holenda hate lidarxisitin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja duşemiyê 22`ê Hezîrana 2015`an, bi alîkarî ya Hizba Sosiyalîst a Holendê û Yektiya Ciwanên Demokrat a Kurdistan a Îranê di bajarê Zûle Semînarek derheq girûpa DAIŞ`ê û Kurdan de birêve çû.

Destpêkê, “Herî Fan Bumêl”yek ji berpirsên Hizba Demokrata Sosiyalîst a Holendê û endamê parlemantoya wî welatî çend gotin derheqê rewşa niha ya Îraqê û Sûriyê pêşkî beşdaran kir.

Paşan, “Yûnis Lutfulah” endamê Hizba Sosiyalîst di Otrîşê, çend axaftin derheq girûpa terorîsta DAIŞê û pirsgirkên devera Rojhilata Navîn û rêya çareser kirina wan pirsgirkan kir.

Dûre “Diyar Hatemî”nûnerê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê di Holenda yê, çend gotin pêşkêşkir û di axaftinên xwe de îşare bi kuştina Kurdan, ji aliyê DAIŞ`ê û herwiha bandora rejîma Îranê li ser wê rêxisitina trorîstî kir.

Navborî di axaftinên xwe de ragehand: Siyasetên Îranê û Îraqê bi alîkarî dan bi dewleta Şîe ya Bexdayê û girûpa terorîstî a DAIŞê dixwazin ku Kurdan û soniyan lavazbikin, heta paşê Kurd dawa serbixwî yê nekin û Soniyan jî li hember dewleta Şîe yên Bexdayê lawazbikin û toleya şerê 8 sale ya navbera Îran û Îraqê ji wan bistînin.

Di beşa 2`em a semînarê de, hînek pirsiyar ji aliyê beşdaran ve hatin gorê û ji aliyê berpirsan ve jî bersiv hatin dayîn.