Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Hizba Demokratê koça dawî kir

20:26 - 25 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Hesen Bêygî, endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di devera Hevşarê bi sedema nexwşiyekî koça dawî kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja duşemiyê 22`ê Hezîrana 2015`an,Hesen Bêygî naskirî bi Hesen Ketan di temenê 64 salî yê de koça dawî kir û li nav girseya xelkê devera Hevşerê bi axê hate sipartin.

Hesen Ketan di sala 1979`an û paş destpêkirina xebata aşkere ya Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê, bû bi endamekî nehînî dilsoz û fedakarê Hizbê û wek endamekî çalak erka diyarî kirî cî bi cî dikir.

Hesen Ketan, xelkê gundê Qûzlû yê ser bi devera HevŞarê ji bo kmîteya bajaroka Hevşarê çalakî dikir.

Wî endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê paş 5 salan çalakiya berdewam, di sala 1985`an ji aliyê hêzên tepeserker yên rejîma Îslamî ya Îranê hatibû binçavkirin û heta 4 salan li girtî geha Urmiyê û Miyandoavê li jêr eşkence û azarên rejîmê de mabû.

Hesen Ketan paş azadbûnê ji girtîgeha rejîma Îslamî , her wek berê bi Hizba Demokrat û rêwiyan vefadar ma û heta dawiya temenê pir şanazî ya xwe wek endamekî çalak yê Hizba Demokrat li xebat û şoreşê de berdewam bû.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî nîşandana xem û kovanê, serxwşiya xwe arasteyî malbata Hesen Ketan û her wiha dost û kesên wî dike û xwe li xema lidest dana wî kesayetî yê şorişger û niştîmanperwer de şerîk û beşdar dizane.