Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cehangîrî: Pirsgirêka Hizba Demokrat û PKK’ê bi vî awayê ku PDKÎ di destpêkê de dixwast, hate çareserkirin

13:35 - 29 Hezîran 2015

Kurdsitan Media: Semînarek ji bo “Rostem Cehangîrî”endamê Deftera Siyasî a Hizba Demokrat di bajarê “Alborg” a welatê Danmarkê li dor dawîn pêşhatên deverê û bi taybetî Kurdistanê birêve çû.

Roja şemiyê 27’ê Hezîrana 2015’an, bi armanca rohnkirina siyaset û helwestên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di rewşa niha ya Kurdistan, Îran, devera Rojhilata Navîn, û bûyerên vê dawî yên Kêleşînê di navbera pêşmergên Hizba Demokrat û Gerîlayên PKKê de, semînarek siyasî ji aliyê komîteya Hizba Demokrat di Danîmrakê de ji bo “Rostem Cehangîrî” endamê Deftera Siyasî yê Hizbê hate lidar xistin.

Di vê semînarê de, hejmarek berbiçav ji Kurdên akincî yên wî welatî û nûnerên part û aliyên siyasî û sivîl yên Kurdan têde beşdarî kirin.

Semînar bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji gişt şehîdên riya azadiya Kurdistanê destpê kir.

Endamê Deftera siyasî yê Hizba Demokrat di destpêkê de bas ji rewşa niha ya rejîma Îslamî û reftara rejîmê li gel civaka Navnetewî û bi xasmanî du pirsên girîng yên pirojeya Navikî ya Îranê û destwerdanên rejîma Îranê di dever û cîhanê de kir.

Di vê derheqê de “Cehangîrî”basa vê kir ku rejîm bi wan siyasetan, him sîstema wî welatî tûşî girft û astengên micid û îzolebûnê kiriye, him jî gelên Îranê bi vê siyaseta xwe, rastî gelek kirîzên weke bêkarî, birçîtî û belengaziyê kirine.

Rostem Cehangîrî derheq avabûn û xurtbûna girûpa DAIŞ’ê, ronî kir rast e ku armanca rejîma Îslamî ji piştewaniya wê rêxisitina terorîstî , afirandina alozî û pirsgirêkan bo civaka cîhanî û deverê ye, bi xasmanî êrîşa DAIŞê bo Başûra Kurdistanê pîlana rasterast a rejîma Îranê bi dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji riya nifûza xwe di nava DAIŞê de bû.

Navhatî di doma axaftina xwe de bas ji berbirûbûna Kurdan li gel DAIŞê û beşdariya Hizbê di rojên yekem yên êrîşa DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê de li ser daxwaza fermî ya Hikûmeta herêmê û vekişandina pêşmergên Hizbê li çeperên şer de bi biryara Herêma Kurdistanê kir û lid or vekişandinê de ragihand: ew beş ji vê biryarê, bi awayekê destê rejîma Îranê têde hebû.

Cehangîrî herweha li ser van pirsgirêkên vê dawiyê yên Kêleşînê jî sekinî û ragehand: Pirsgirêk heya qasekê hatine çareserkirin û Hizba Demokrat û PKK, heya qasekê hevdu fam û lihev kirine.

Navhatî di doma axaftinên xwe de ragehand: Di midehê van çend rojan de, bi hewl û tekoşîna dem û dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê, di sê rûniştinan de pirsgirêk bi awayekî ku me di yekem roja aloziyê de daxwaz dikir, hatiye çareser kirin.

Di vê beşê de, Cehangîrî derheq çawaniya çêbûna pevçûnê di navbera pêşmergên Hizba Demokrat û Gerîlayên PKKê de ku şehîdbûna kadro û birîndarbûna 3 pêşmergên Hizbê li pey re hat, balkişande ser vê yekê û da zanîn ku ew tenê biryara fermanderek leşkirî yê PKK nebû, belkî biryara rasterast ya organa biryarder a wan bû.

Ew endamê Deftera Siyasî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di dawiyê de tekez kir Ku Hizbê biryar daye ku di sînoran de li gor îmkan binke û baregehên xwe ava bike û di vê derheqê de ji bilî hevahengiya li gel hêzên pêwendîdar, em ruxsetê ji tu part û saziyekê nastînin û êdî dema wê hatiye ku Hizba Demokrat rasterast bi xelkê Kurdistana Rojhilatê re di pêwendiyan de be.