Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq şehîdbûna Akam Telac

13:11 - 30 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Sekretariyeta Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya şehîdbûna Akam Telac, yek ji xwenîşanderên nerazîbûnên vê dawiyê yên Mehabadê, daxuyaniyek weşand.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Hevwelatiyên birêz!
Keç û xortên neteweya kurd li Kurdistana Îranê
Em bi xemgînî ve radigehînin ku îro duşemî, 29’ê Hezîrana 2015’an, xortê kurd Akam Telac, xwendekar û akinciyê bajarê Nexede ku li pêvajoya nerazîbûn û xwenîşandanên bajarê Mehabadê li dor mirina biguman ya Ferînaz Xusrewanî de ku bi guleyên pastar û kirêgirtiyên rejîmê hatibû birîndarkirin, piştî berxwedanek nizîk bi du mehan li hember mirinê di nexweşxaneyên bajarên Mehabad û Urmiyê de, mixabin bi sedema kûrbûna birînan, canê xwe ji dest da û tevlî refa karwanê şehîdên Kurdistanê bû.

Şehîdbûna Akam Telac li halekê de ye ku hêj birîna şehîdkirina qehremanekî din yê kurdan ‘’Mensûr Arwend’’ çalakvanê siyasî ku li îşkencexaneyên rejîma Îslamî de hate darvekirin, necebiriye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî xem û keserên xwe bona jidestdayîna wî xwendekarê kurd, sersaxiyê ji xelkê Kurdistanê û bi taybetî malbata birêz ya Telac û hemû dost û kes û karên wî dike û xwe li xem û kovanên wan de bi şirîk dizane.

Şehîd Akam, şehîdê riya rizgariya kurd û xebata li dijî zordarî û dîktatoriyê ye û em xatircem in ku xelkê Kurdistanê dê bi rêbaza van şehîdan wefadar bimînin û li pêxem misogerkirina armancên wan de bixebitin.
Riha Şehîd Akam şad û riya serkevtinê jî pir rêvîng be

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekretariya
29’ê Hezîrana 2015’an (8’ê pûşpera 1394’an)