Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevî sozdanên karbidestên Îranê rêjeya bêkariyê li wî welatî berfireh dibe

22:49 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Tevî sozdanên berpirs û desthilatdar û navendên pêwendîdar ên rejîma Îranê derheqê nehêlana hejarî û bêkariyê, wê kirîzê xwe ji 10 milyon kesan zêdetir daye.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, navenda amarên rejîma Îranê belavkiriye, rêjeya betaliyê di 3`ê mehên îsal de nîsbet bi du salê borî de zêde kiriye.

Wê navenda amarê rêjeya betaliya îsal ji sedî 10.6 ragihandiye ku li gor wan amarane 10 miliyon kes diçin nav bazneya bêkarî û hejariyê de.

Li gor gotina karnasan, beşek berçav ji amarên fermî yên rejîma Îranê dûr ji rastiyane û amarên rastî bas ji rêjeyeke berfireh a bêkariyê dikin.

Li gor raporên rêxistinên Navdewletî, zêdebûna nifûsa welatê Îranê bi nîsbet bi welatên Cihanê, wî welatî pileya 75`mîn ya bêkariyê û hejariyê di nav welatên Cihanê de heye.

Parêzgehên Îranê yên ku Kurd lê akincî ne (Îlam, Kirmaşan, Sine û Urmiye) ji vê qeyranê bêbeş nebûne. ew Parêzgehên herî hejar û bêkar li Îranê tên hejmatin.

Li gor amarên nû yên “Navenda Amargirtina Îranê” rêjeya betaliyê di (Îlamê 12.2), (Kirmaşan 13.7), (Urmiye 10.7) û (Sine 9.8) hatiye ragihandin.

Ew amar taybet bi 3 mehên Bihara sala 1394`an rojî ye.

Bilinbûna bêkariyê li Kurdistanê, di halekê deye ku berpirs û birêveberên rejîmê bi berdewamî soza baştir kirina rewşa jiyana hevwelatiyan dane û heta Hesen Rûhanî serokomarê rejîma Îranê jî nekariye wê qeyranê kêm bike.

Bi baweriya karnasan dorpêçên aborî yên welatên Rojava ên ser Îranê, darxistina piraniya pêşeiyan û dawî anîn bi berheman di heyamên çend salên borî de, ji sebebên eslî yên çêbûna qeyranên aborî û nebûna derfetên kar li Îranê de dane zanîn.

Hejmarek ji karnasên din jî dibêjin: Sebeba berfireh bûna hejariyê di Îranê de vedigere bo alîkariyên aborî yên Îranê ji bo rejîma Beşar Esed, Şîên Hizbulah, Husiyan û hejmarek ji girûpên Şîe yên Îraqê.