Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine: Meşeke nerazîbûnê derheq agir girtina Aviyerê birêve çû

16:03 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Di doma rewşa parastina Jîngeh a Kurdistanê, hejmarek ji alîgirên jîngehê û çalakvanên jinan meşeke nerazîbûnê bi armanca piştewanî kirin li jîngeh a Aviyarê lidarxisitin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, 9`ê Tîrmeha 2015`an, meşeke ji bo nîşandana nerazîbûna derheqê agir giritina Aviyarê û Şermizarkirina wê bûyera jîngehê di seyrangeha “Gûîzekur” a bajarê Sine hatibû lidarxisitin.

Di wê meşa nerazîbûnê de çalakvanên jîngehparêzî û çalakvanên jinan daxwaza vê yekê kirin kesên ku agir xisitine ji Çiyayê Aviyerê, bêne dadgeh kirin.

Roja înê 3`ê Tîrmeha 2015`an, hejmarek kesên nenas agir berdabûn seyrangeha Aviyerê û di encamê de jî roberekî zêde ji daristanên Aviyerê di agir de hatibû şewitin.

Li gor çavkaniyeke haydar ji vê bûyerê, agir girtina li çar aliyan ve hatibû encamdan.

Seyrangeha “Gûzekuwêr” cihekî gelek bidilê geştyaran bûye û xesareke zêde ya jîngehê lêketiye.

Agir girtina Aviyarê bi alîkarî ya hevwelatiyan û hezkiriyên jîngehparêz yên parêzgeha Sine hatibû kontrolkirin, tevî ku ew parêzgeha ji daristan û devera siroştî hatiye dapoşandin, lê ji hebûna Helîkoptir bo bûyerên wî rengî bêparmaye.