Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa hêzên Ewlekarî bo ser xwenîşandana mamostayan

15:46 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kuridistan Media:Hejmarek berçav ji mamostayên hemû Parêzgehên Îranê, pêşberî meclîsa rejîma Îranê li Taranê meşek lidarxistin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja çarşemî 15`ê Tîrmeha 2015`an, mamostayên Parêzgehên Îranê û Kurdistanê, pêşberî meclîsa rejîma Îranê nerazîbûna xwe li hember rewşa sîstema perwerde û jiyana xwe nîşandan.

Ew xwepêşandana sivîlî, ji aliyê hêzên ewlekarî ve êrîş bi ser wan de hat kirin.

Hatiye ragihandin: Di xwenîşandanê de 150 heta 200 mamoste hatine binçavkirin kuli nav binçavkiriya de hejmarek ji mamostayê Kurd jî hebûne.

Reûf Fethî, Bêhzad Qevamî, Nêimet Xale Sine, - Mihemed xelkê Merîwanê, Ehmed Muradî, Kambîz Remezanî xelkê bajarê Kirmaşanê, Borhan Wehabiyan. Mihemedî xelkê bajarê Merîwanê, Êsmaîl Reyhanî li Seqizê û Hemîd Îmamî navê hindek ji wan mamostayên Kurd in ku di wê meşê de hatine binçavkirin. Herwiha bas ji vê yekê jî dikin ku hinek ji wan mamostayên binçavkirî serbest hatine berdan.

Ferq û ciyawaziyên di navbera wezîfedaran de li Îranê, nebûna pêdiviyên jiyanê û her wiha sîstema şaş a hînkirinê li wî welatî, ji daxwazên sereke yên mamosteyan di wê xwepêşandanê de, dihatin hejmartin.