Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

6 milyon kesên bêdahat li Îranê de dijîn

16:07 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Serbarê soz û peymanên berpirs û nawendên pêwendîdar ên rejîma Îranê derheq jiholêrakirin û nehiştina hejarî û bêkariyê, kirîza han berfireh pêsîr û berçêla zêdey 12 milyon kesan girtiye.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, endamekî komîsyona civakî ya Meclîsa rejîma Îranê ragehandiye ku 12 milyon kesên hejar û bêdahat li Îranê de hene, û ji vê rêjeyê jî, 6 milyon kes bêdahat in.

Rehmandûst, nûnerê bajarê Tehranê di Meclîsa rejîma Îranê de tevî amarên belavbûyî, rêjeya xelkê hejar li Îranê de bi 12 milyon kesan daye zanîn û ragihandiye ku ji sedî 10 li bajaran û ji sedî 18 ji ankinciyên gundan li jêr hêla hejariyê de ne.

Berê jî, nawenda amarî ya rejîma Îranê belav kiribû ku rêjeya bêkarî di mehên destpêka îsal de bi berhevdana li gel du salên borî de jorde çûye.

Li gor gotinên karzanan beşek berçav ji amarên fermî yên rejîma Îranê ji rastiyê dûr in û amarên rast bas ji rêjeyek gelek berfirehtir ya bêkarî û hejariyê ya ku bas jî tê kirin, dikin.

Li gor raporên saziyên navdewletî zêdebûna xulyaqet, welatê Îranê bi berhevdana li gel welatên cîhanê, pileya 75mîn ji bo bêkarî û hejariyê li cîhanê de heye.

Jordeçûna bêkarî li Kurdistanê li halekî de ye ku berpirs û birêveberên rejîma Îranêl bi berdewamî sozên baştirkirina rewşa jiyana hevwelatiyan dane û heta “Hesen Rohanî”serokkomarê rejîma Îranê jî nekarî wan kirîzan kêm bikin.

Bi baweriya karzanan dorpêçên aborî yên welatên RojAva bo ser Îranê, darxisitina gelek ji kargehên pêşey û dawî anîn bi berhem anîn di çend salên borî de li wan sebebên eslî yên durûstbûna kirîza aborî û namana hêla kar li Îranê tê hejmartin.

Hejmarek ji karnasên di dibêjin: Sebebên berfireh bûna hejariyê li Îranê de digere bo yarmetiya aborî ya Îranê jib o rejîma “Beşar Esed” mlîtanên Hizbulahê, Husiyan û hejmarek ji girûpên çekdar yên Îraqê.