Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya şandekî Hizba Demokrat li 2’emîn salvegera koça dawîn ya Felekedîn Kakeyî de

15:51 - 1 Tebax 2015

Kurdistanmedia: Şandekî rêberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê beşdarî li koryada duyemîn salvegera koça dawîn ya “Felekedîn Kakeyî”ê wêjevan û dîroknasê binavûdeng ê kurd li Hewlêrê de kir.

Li gor nûçeya malpera Kurdistan Media, roja pêncşemî, 30’ê Tîrmeha 2015’an, koryadek ji bo bîranîna koça dawîn ya kesatî û rewşenbîrê kurd “Felekedîn Kakeyî”li Hewlêrê de birêveçû.

Li vê merasîma bîranînê de, şandekî PDKÎ bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî, Endamê Polîtburoya hizbê beşdar bû.

Li vê komyadê de, peyama Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat bi munasibeta duyemîn salvegera koça dawîn ya wî kesatiyî hat pêşkeşkirin.

Şandeya Hizba Demokrat li perawêza komyadê de, dîdar bi hejmarek ji alî, kesatiyên siyasî û rewşenbîran re pêk anî.

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Pêkhînerên komyadê!
Beşdarbûyên hêja!
Malbata serbilind ya kak Felekedîn Kakeyî!
Silavekî germ ji we be
Em li ser navê Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li vê komyadê de bi dilekî pir ji wefa û emegnasî ve silav û rêzên bêdawî ên xwe pêşkêşî riha pak ya şoreşvanê nemir û xebatkarê riya azadî û serbestiya kurd û Kurdistanê, rêzdar Felekedîn Kakeyî û malbata serbilind û welatparêz û hevalên wî li Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin.

Birêzan!
Baskirin ji kesatiyê siyasî û rewşenbîrê zana û xebatkarê mandînenas û pêşmergeyê rojên tengasiyê yên qada tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê li komyadek weha kurt de nikare temsîla ew hemû taybetmendiyên jêhatî, exlaq û kiryarên erênî ên Felekdîn Kakeyî bike û li ast vê dîroka tejî rûmet û şanazî ya wî de be.

Eva ku ji bo xebatkarên riya serbestiya kurd girîng e, parastina buhayên siyasî, netewî û wêjeyî ên wî xebatkarê nemir yê kurd û rêzgirtin e ji rêbaz û şopa welatparêziya wan.

Em carek din li vê komyadê de, xebat û berxwedana wî siyasetvanê welatparêz bilind dinirxînin û hêviya serkevtinê ji bo rêbaza wî dixwazin ku xizmet bû bi armancên netewî ên gelê kurd.

Silav ji riha paqije kak Felekedîn Kakeyî
Mihemednezîf Qadirî
Endamê Deftera Siyasî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û serperestê şandeya beşdar li vê komyadê de

30’ê Tîrmeha 2015’an
8’ê Gelawêja 1394’an a Rojî