Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi boneya 16’ê Tebaxê di bajarên Kurdistanê de didomin

15:26 - 10 Tebax 2015

Kurdistan Media: Bi munasibeta 16’ê Tebaxê, 70’emîn salvegara damezrandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarê Şino’yê de çalakiyên teblîxî birêve birin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, ew çalakî roja yekşemî, 9’ê Tebaxê hatine encamdayîn û nav de trakêt û wêne hatine belavkirin.

Endam û xebatkarên Demokratê li gundê “Alyavê”ya ser bi bajarê Şino’yê, wêne û tiraktên taybet bi 16’ê Tebaxê belav kirine.

Di çend rojên borî de endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarên Bokan û Seqizê jî çalakiyên teblîxî encamdabûn.