Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî yên endamên Hizba Demokrat bi boneya cejna 16’ê Tebaxê li Kurdistanê didom in

14:38 - 13 Tebax 2015

Kurdistan Media: Endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya 16’ê Tebaxê, 70’emîn salvegera damezrandina Hizba Demokrat, li bajarên Urmiye û Bokanê de çalakiyên teblîxî birêve çûn.

Urmiye
Endamên xebatkar û emegnas yên Demokratê, bervara 10’ê Tebaxa 2015’an, li bajarê Urmiyê de tevî rewşa ewlehî ya dijwar bi ser wî bajarî de di wan cihan de çalakiyên teblîxî birêve birin.

Parka “Toxmê Murxî, Sêriyana Elwacê nizîk Pasgahê, Bajaroka Îslam Abad, Kolana Tiransê, Kolana qutabxaneya “Rahê Şuheda”, Kolana Şîrînî ya Sêrêyana Silsebîl, Kolanên derdora mizgefta Sûnian ya Îsalam Abad û Mizgevta Quds de dest bi çalakiyên teblîxî û trakêtên taybet bi 16’ê Tebaxê bi awayekî berfireh belavkirine.

Bokan
Ciwanên Demokratê bi boneya Cejna Netewî ya 16’ê Tebaxê, li bajarê Bokanê û derdora wê de çalakiyên teblîxî encam dan:

Tabloyên Cadeyên Burhan heta gundê Îsakend, Tabloyên Cadeya Miyanduav heta Pira Husên Mame, şeqama nexwşxaneya Qulîpûr, Kolanên Mihehedî û Ferhengiyan, Feleka Besîc heta Sêriyana Şehamet, şeqamên Mamosta Hejar û Ferhengiyên Gultepe.

Herwiha endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê arm û yobîla Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li ser parçeyên çend metroyî li ser pira cadeya Seqizê de daliqandin û heta demjimêr 11’ê sibêdeya roja borî dihejiya.

Herwusa bi boneya yada 70’emîn salvegera demezrandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Bokanê û gundên derdora wî bajarî jî ji riya telephone ve nameyên kurt yên pîrozbahiya “70’ê sal xebat pîroz be” bo hevwelatiyan hatine şandin.