Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirina biguman ya hevwelatiyekî Kurd li Urmiyê

14:56 - 15 Tebax 2015

Kurdistan Media: Hevwelatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê bi sedemekî nediyar jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja înê, 14’ê Tebaxa 2015’an, hevwelatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê bi navê “Ferşîd Emînî” bi sedemek nediyar jiyana xwe ji dest daye.

Çavkaniyek haydar di vê derheqê de bi malpera Kurdistan Media re ragehand: “Ew hevwelatiyê Kurd dema ku çûye bo mala xwe, li warê piskolojî û cismî ve baş nebûye û tendurustî wî gelek şir û necihgîr bûye.

Çavkaniyê herweha da zanîn ku malbata Ferşîd piştî dîtina rewşa xirabe saxlemiya kurê xwe, ew ji bo nexwşxaneya Urmiyê veguhastine û piştî mana 15 rojan li bêhişî (Koma)yê de jiyana xwe ji dest daye.

Ferşîd Emînî berî veguhastina ji nexwşxaneyê re, cihê îşkenceyê li ser cism û cendekê wî hatibû dîtin.

Malbata Ferşîd li ser cismê îşkencekirî yê wî doz vekirin û pizşîkê dadweriyê yê bajarê Urmiyê jî erê li ser îşkenceya cismî ya Ferşîd Emînî kiribû, lê piştî dozvekirina malbata wî, karbidestên rejîma Îranê ragehandine ku hewcehî bi lêpirsîna li ser dosyeya mirina Ferşîd Emînî nake!

Ferşîd Emînî di sala 1989’an de hatiye dinê û berhema jiyana hevpar yaw î jî xortek e.