Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pawe/ Hêzên Sipahê “Manovra leşkerî” birêve dibin

15:18 - 17 Tebax 2015

Kurdistan Media: Qirar e hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê, manovra leşkerî di seyrangeha “Qorî Qela” yê de birêve bibin û di vê pêwendiyê de rewşa bajarê Pawe’yê hatiye ewlehîkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja duşemî, 17’ê Tebaxa 2015’an, (26’ê Gelawêja 1394’an ya rojî), hêzên rejîma Îranê manovra leşkerî bi tirombêlên leşkirî li “Qor Qela”yê de lidar dixin.

Biryar e manovra han heta ew cihê ku hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê di şerê sala 1358’an de hatin kuştin, dirêjî hebe.

Tê gotin ku hêzên rejîmê di bajarê Pawe de, rewşekî ewlekariyê li ser bajêr de zal kirine û poster û dirûşmên nivîskî belav kirine.

Bajarê pawe di naverasta meha Tebaxa 1979’an, (25 û 26’ê Gelawêj a 1358’an rojî) ji aliyê çekdarên Sipaha Pasdaranê bi serkirdayetî û rênimayî ên Çemran ve hatibû dorpêçkirin.

Her wê demê de jî ku meha Remezanê bû, av û elektirîk jî li ser xelkê bajêr de qut kirin û rê nedan ku xwarin û vexwarin jî bigehe xelkê bajar.