Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî/ Alaya Kurdistanê li ser kopika çiyayê Demawendê de hate çeqandin

14:56 - 19 Tebax 2015

Kurdistan Media: Bi munasibeta yada 70’hemîn salvegera avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, endam û alîgirên Hizbê di bajar û gundên Kurdistanê de çalakiyên teblîxî birêvebirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, endam û alîgirên xebatkar yên Demokratê bi munasbeta 70’hemîn saliya temenê pir ji şanaziya Hizba Demokrat a Kurdistanê, trakt û posterên taybet di çend cihên bajarên Kurdistanê de belav kirin û Alaya Kurdistanê jî di kopika çiyayê Demawendê de daçikandin.

Ciwanên qehreman û emegnas yên Demokratê bi boneya yada 70emîn salvegera avabona Hizba Demokrat, roja înê 14ê Tebaxa 2015an, (23ê Gelawêj a 1394an rojî),li ser bilindahya Çiyayê “Demawendê” ku Çiyayê herî bilind yê Îranê ye, “Alaya Kurdistanê” çeqandin.

Çiyayê Demawendê, bi bilindahiya 5600 metroyî di 69 KM Bakûra Rojhilata Tehranê û 62 KM Bakûra bajarê Amul ya girêday parêzgeha Mazenderanê de cih girtiye.

Bokan
Ciwanên Demokratê li deverên Geliyê Mecîdxan li navbera avên “Hacî lek” û “Serçinar”ê bi boneya 16’ê Tebaxê alaya Kurdistanê daliqandin û herwusa êwariya vê rojê li seyrangeha “Kêwereş” ya bajarê Bokanê bo cara duyan Alaya Kurdistanê daçikandin.

Di vê pêwendiyê de, hêzên rejîma Îranê ji bo zext û givaşxistina li ser hevwelatiyên bajarê Bokanê, hêla înternêtê qutkirin.

Di doma çalakiyên teblîxî yên bi munasbeta 16’ê Tebaxê, hejmarek ji endamên hizbê, kesayetiyên Ferhengî yên zanîngehên bajarên Urmiye, Şino, Mehabad û Bokanê, çûbûne ser çiyayê Dalanper a sêsînor û her di vê derê jî helbest û pexşan xwendin û bi nirxandina rewş û qonaxa niha ya xebata netewî ya Kurdan bi giştî û xebata bixwîn ya Hizba Demokrat, yada 16’ê Tebaxê pîroz û bilind nirxandin û peymana wefadariya xwe li gel hizbê nû kirin.

Seqiz
Endam û alîgirên Hizba Demokrat ji bo çendîn caran di bajarê Seqizê de bi munasbeta 16’ê Tebaxê çalakiyên teblîxî lidarxistin û poster û wêneyên taybet bi vê rojê belav kirin û dirûşmên wek “silav li Hizba Demokrat, avakerê Komara Kurdistanê”, “Hizba Demokrat, yanî 70’ê sal xebat û newestan” nivîsîbûn.

Herwiha di çend kolanên şehrekîn wek “Hemal Ava, Şanaz, Neşmîlan, Sîlû û Kerîm Ava”de bi boneya 16’ê Tebaxê çalakî encamdan.

Nexede
Rêvîngên rêbaza Demokratê bi boneya 16’ê Tebaxê, tevî zalbûna rewşa ewlekarî li ser bajêr de, hevwelatiyan 25 Balon ji cihên wek derdora “Parka Muelim” bilind kirin, bi awayekê ku asîmanê bajêr bi çalakiyên xwe nexşandibûn.

Di gundên “Weznê” û “Helbî û Kuyîkan” yên ser bi bajarê Nexede de jî agirê 16’ê Tebaxê hat hilkrin.