Kurdistan Media: “Ezîme Yûsifpûr” dayîka şehîd “Ezîz Yûsifpûr” li Seqizê de koça dawiyê kir.
Li gor nûçeya malpera Kurdistan Media, roja Pêncşemî, 20’ê Tebaxa 2015’an, “Ezîme Yûsifpûr”diya “Ezîz Yûsifpûr”şehîdê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li temenê 78 saliyê de bi sedema kaltiyê koça dawiyê kir.
Şehîd Ezîz Yûsifpûr sala 1343 a rojî li bajarê Seqizê de ji dayîk bûye. Navhatî pêşmergeyekî netirs, û kadrekî jêhatî yê Hizba Demokrat bû ku li 20’ê Sermaweza 1364’an li Derewyana Şêx de şehîd ket û termê wî jî her li wir bi xakê hate sipartin.
Termê dade Ezîme Yûsifpûr li nav girseya xelkê bajarê Seqizê û dost û nasyaran de bi xakê hate sipartin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbata dade Ezîmeyê û kes û karên wê dike û xwe bi şirîkê xemên wan dizane.