Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî kevnar ê Hizba Demokrat jiyana xwe ji dest da

15:45 - 2 Îlon 2015

Kurdistan Media: “Ehmed Şêxe” xelkê devera Mehabad û endamê kevnar û pêşmergeyê berê yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê koça dawiyê kir.

Li gor nûçeya malpera Kurdistan Media, roja pêncşemî, 27ê Tebaxa 2015an, Ehmed Şêxe, kurê Qadir û endamê kevnar û pêşmergeyê berê yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hewlêrê de xatir ji jiyanê xwast.

Ehmed Şêxe li serdanekê ku jib o Kurdistana Başûr kiribû, bi sedema nesaxiyê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê li temenê 68 saliyê de koça dawiyê kir.

9935.jpg
Ehmed Şêxe

Ehmed Şêxe sala 1326 an a Rojî li gundê Xurxure ya devera Şarwêran a ser bi bajarê Mehabadî li malbatek welatparêz de ji dayîk bibû.

Navhatî sala 1354 an a rojî têkilî bi Hizba Demokrat ve kiriye û piştî xebata eşkere ya Hizbê li sala 1357an de tevlî refên pêşmergan dibe û heta sala 1365an li hêzên Pêşewa, Beyan û Efşîn de erkê pêşmergatiya xwe bi cih aniye.

Kak Ehmed li midehê pêşmergatiya xwe li şerê dijî dagîrkerên Kurdistanê de çend caran birîndar bûye.

Navhatî kesekî şoreşvan û dilsoj û pêşmergeyekî cihê baweriya hizbê û hevalan û xelkê deverê bû.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbat û kes û karên kak Ehmed Şêxe dike û xwe li xem û kovanên wan de bi şirîk û beşdar dizane.