Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şino/ 4 kes bi sedema pirsgirêkên malbatî hatin bûne gorî

16:25 - 2 Îlon 2015

Kurdistan Media: Li encama êrîşa mêrekî çekdar bo ser malbatekê de, 4 kes hatin kuştin û birîndarkirin û bikoj jî dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor malpera Kurdistan Media, êwariya roja sêşemî, 1’ê Îlona 2015’an, li taxa Rehîmava ya bajarê Şino’yê de, kesek bi nave “S. Y”bi çek êrîşî ser malbatek bi nave Sabirî kir û piştî birîndarkirin û kuştina 4 kesan dawî bi jiyana xwe jî anî.

Bi sedema destdirêjiya wî kesî ve, jinek bi navê Munîre Sabirî jiyana xwe ji dest da û du jinên din jî ku temenê yek ji wan 50 sal in tevî zarokek 4 salî ketine ber destrêjiya guleyan û bi sedema kûrbûna birînan, jina 50 salî û zarok jiyana xwe ji dest dan.

Nûçegihaniyên deverî bas ji wê dikin ku jina din jî bo nexweşxaneya bajarê Nexede hatiye veguhastin.

Kesê bikoj berê hevserê Munîre Sabirî bûye û mehekê berî niha ji hev cuda bibûn û piştî birîndarkirin û kuştina van kesan dawî bi jiyana xwe jî anî.