Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kartêr: Bijardeya leşkirî li dijî rejîma Îranê piştî lihevhatina navikî bihêztir dibe

16:21 - 5 Îlon 2015

Kurdistan Media: Eştûn Kartêr, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ragihandiye ku piştî rêketina navikî li gel rejîma Îranê, bijardeya leşkirî li dijî vê rejîmê bihêztir dibe.

Li gor nûçeya malpera Kurdistan Media, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê roja Înê, 4ê Îlona 2015an di nivîsek xwe de ku li rojnameya “U. S. Today” de weşandiye, daye zanîn ku bijardeya leşkirî li dijî rejîma Îranê piştî rêketina navikî ya bi şeş welatên cîhanê re bihêztir û bibandortir dibe.

Kartêr tekez kiriye ku bijardeya leşkirî li dijî Îranê li ser maseyê ye û ger hewce bike, dê mifah jê bê standin.

Piştî rêketina gurûpa 5+1 li gel Îranê, bernameya navikî yaw î welatî hatiye bertengkirin û li hember de jî parek ji dorpêçên aborî ên li ser Îranê tên rakirin.

Eştûn Kartêr daye zanîn ku cîbecîkirina xalên vê rêketinê dibe sedem ku hemû riyên ji bo bidestxistina çaka navikî hatine berbendkirin û bijardeya leşkirî jî rastiyek e û li pêşerojê de jî dê her wekî xwe bimîne.

Welatên deverê û bi taybetî yên erebî li kar û çalakî û destwerdanên rejîma Îranê li deverê de nîgeran in û Amerîka jî berdewam baweriyê dide wan ku ew pêşiya zêdexwaziyên Îranê digrin.