Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nuçegehanên bêsînor sansora înternêtê di Îranê de mehkûm kirin

16:02 - 12 Îlon 2015

Kurdistanmedia: Rêkxistina Nûçegehanên Bêsînor tundkirina sansora Înternêtê ji aliyê rejîma Îranê ve mehkum kir.

Li gor nûçeyên malpera kurdistanmedia, Saziya Nûuçegehanên Bêsînor , biryara vê dawiyê ya rêberên rejîma Îranê “Elî Xamineyî” ku ragehandibû, dibe Înternêta “millî” di Îranê de bê damezrandin û sansora li ser Înternêtê bê berfirehtirkirin, mehkum kir.

Rêkxirawa han herwisa ragehandiye ku piştî hatineserkar a Hesen Rohanî, serkomarê rejîma Îranê di Tîrmeha 2013’an de, kuntirola Înternêtê di Îranê de bûye pirsgirêkek micid.

Rêkxirawa han di dirêjiyê de ragehandiye ku sansora Înternêtê di Îranê de bi hêceta parastina hemwelatiyan û pirsa exlaqiya civakê birêve diçe.

Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê çend rojan berî niha jî di hukmekê de meimûriyeta Şêvra Bilind ya “Fezay Mecazî” bo mideha çar salên din dirêj kiriye û endamên wê jî diyarî kirine.

Rêkxirawa Nûçegehaniya Bêsînor tekez kiriye ku di meha Tîrmeha 2013’an de ku Hesen Rohanî bûye serkomarê rejîma Îranê, nêzîkî sed hemwelatî wêblagnivîs hatne destbiserkirin û hejmarek ji wan kesan cezaya giran bi ser de hatiye sepandin ku zêdetir ji aliyê hêza Îtilaata Sipaha Pasdaran ya rejîma Îranê ve hatine destbiser kirin.