Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li nawenda 3’ê ya Kurdistanê de, rêûresma 26’ê Xermananê bi rê ve çû

16:52 - 21 Îlon 2015

Kurdistanmedia: Rêûresma 26’ê Xermananê li nawenda 3’ê ya Kurdistanê de, bi beşdariya kadr û pêşmerge û malbatên wan û bi amadebûna mêhvanan, û bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên riya rizgariya Kurdistanê dest pê kir.

Piştre rêzdar Enwer Mihemedzade endamê nawenda 3’ê peyama nawenda 3’ê ya Kurdistanê bi vê boneyê ve pêşkêş kir.

Navbirî di beşek ji axavtina xwe de got ku: “Terorkirina Dr. Qasimlo xisareke mezin bû ku li laşê tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat ket. Lê Dr. Şerefkendî karî bi jêhatîbûna xwe cihê wî tejî bike”.

Naweroka vê rêûresmê jî pêk hatibû ji xwendina peyama yekîtiyên Lawan û Jinan, û herwisa çend helbest û pexşan û sirûdên şoreşvanî yên taybet bi vê rojê.