Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du pêşmergeyên PDKÎ birîndar bûn

23:45 - 1 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia:Du pêşmergeyên PDKÎ birîndar bûn, û bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Li gora vê nûçeya ku gihîştiye malpera me, şeva Çarşemiyê 8’ê Rezbera 1394 (30.09.2015)’an, tîmeke pêşmergeyên PDKÎ ku mijûlî kar û çalakiyên hizbî û pêwendîgirtina digel xelkê bûn, di dema geriyana di herêmê de ketin ser mînên çandî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve.

Li gora dawî zanyariyan, tîma pêşmergeyên PDKÎ demjimêr 8’ê şevê (30’ê Îlonê) li çiyayê Sîxê Derê li sînorê pîranşarê ketin ser mînên çandî de, û du pêşmergeyên vê partiyê birîndar bûn.

Ew pêşmergeyên PDKÎ bo nexweşxaneya tengaviyan ya bajarê Hewlêrê hatine veguhastin, û piştî çareseriya pizişkî, yek ji wan birîna wî sivik bûye, û hatiye çareserkirin, lê birîna pêşmergeyê din giran bûye, û niha jî her di nexweşxaneyê de ye.