Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mesûd Tek bersiva peyama pîrozbahiya rêzdar Mistefa Hicrî da

20:33 - 25 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Piştî vegera Mesûd Tek sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bo Tirkiyê, rêzdar Mistefa Hicrî peyameke pîrozbahiyê jê re şand. Rêzdar Mesûd Tek jî bersiva peyama navbirî daye ku deqa peyama wî bi vî awayî ye:

Bo rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ

Hevalê hêja û têkoşer!


Gellek spas bo peyama pîrozbahiya cenabê we, ku bû sedema kêfxweşiya hemû endaman, û heval û hogirên partiya me.

Herwisa eşkerekirina piştgiriya we li xebata me ya berheq, cihê dilxweşiya me ye, û palpişteke bihêz e jî bo me.

Ez careke din spasiya cenabê te dikim, û hêvîdar im ku PDKÎ jî vegere Kurdistana Rojhilat.

Bi silavên biratî û germ ve, em serkevtinê ji PDKÎ, partiya dost û birayê xwe re dixwazin.

Mesûd Tek
Sekreterê Giştî
19.10.2015