Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nermiya Rûhanî di hemberî serkutên piştî lihevkirinê

15:57 - 8 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Lihevkirina digel Amerîkayê rewşeke baş ji bo serkutê ji bo rejîma Îranê pêk aniye. Eva di demekê de ye, ku Rûhanî pêştir soz dabû ku bi lihevkirina navikî, wê tewahiya pirsgirêkan di navxwe ya Îranê de çareser bin.

Rojnameya New York Taymz, di yek ji sergotarên xwe de bas ji “dijkiryara dijî Amerîkayî” di Îranê de, ji dema lihevkirina etomî ve kiriye, û tevî îşarekirina bi girtina bazerganekî Amerîkayî-Îranî di Tehranê de, dibêje ku tepeserî renge xiraptir jî be.

Di vê sergotarê de tê gotin ku tundrewên Îranê bi rêberiya Spaha Pasdaran ya Şoreşa Îslamiya Îranê, heyamekê berî niha dijberiya xwe tevî lihevkirina etomî nîşan dan. Ew hêz bi derbazbûna demê nîşan didin, ku ji bo lawazkirina lihevkirinê, û şansê baştirbûna pêwendiyên digel Rojava heya kîderê dikarin herin pêş.

Di van rojên dawiyê de hêzên ewlehiyê ên rejîma Îranê, hejmarek ji piştevanên Hesen Rûhanî û yek ji wan Îsa Seherxîz rojnamevanê reformxwaz, û Îhsan Mazenderanî sernûserê payebilind ê rojnameya “Ferhîxtigan”, û Aferîn Çîtsaz ê hunermend û rojnamevan destbiser kirin.

Her di vê derheqê de Siyamek Nemazî şêvirmendê Amerîkayî-Îranî û “Nizar Zaka” karnasê Amerîkayî-Lubnanî yê biyavê teknolojiya zanyariyan, hefteya borî hatin girtin. Berî lihevkirina navikî jî, sê Amerîkayiyên bi eslê xwe Îranî, di girtîgehên Îranê de girtî bûn: Cîson Rezayiyan, Emîr Hikmetî û Se’îd Abidînî.

New York taymz dinivîse ku Xamineyî rêberê nizama Îranê, tepeseriyan didomîne. Wî îzin da ku lihevkirina etomî serbigre, lê ji wê demê şûnda hişdarî daye ku: “Amerîka dixwaze destêwerdanê di nav karûbarên Îranê de bike, û êrîşî ser reh û rîşeyên şoreşgerî di vî welatî de bike”.

Piştî van hemû destbiserkirinan, Hesen Rûhanî di malpera xwe de daxwaz ji berpirsyarên Îstixbaratî û emniyetî kir, ku dev ji bikaranîna wan destewajeyan berdin ku Xamineyî bi kar tîne, û hûn jî li gora wan destewajeyan dest bi tepeseriyan dikin. Eva tenê dijkiryara Rûhanî ye bi girtina wan kesan ku ji bernameyên wî piştevanî dikirin, û bawerî bi sozên wî yên di dema hilbijartinê de kiribûn.