Kurdistanmedia: Mamosta Mela Îsma’îl Samî bavê şehîdekî PDKÎ li bajarê Neqedê koça dawiyê kir.
Li gora rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia: Mela Îsma’îl Samî, bavê “Omer Samî” şehîdê Partiya Demokrat, û xelkê bajarê Neqedê di temenê 78 saliyê de, koça dawiyê kir.
Termê Mela Îsma’îl Samî li nav girseya xelkê herêmê û kes û kar û dostên wî de, bi axê hate spartin.
Mamosta Mela Îsmaîl Samî kesayetiyekî şoreşger û ayînî û xweşnavê herêmê bû, û di heyama vê temenê xwe de pêşnimêjiya mizgevta gundê “Şerîfedîn” dikir.
Şehîd Omer Samî cihgir likê PDKÎ bû ku li 19’ê Befranbara sala 1362’an (1984), li Siyawan a Deştebêla girêdayî bajarê Şinoyê şehîd ketibû, û her di vê derê jî bi axê hatibû sipartin.
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karên mamosta Mela Îsma’îl Samî,û xwe di wê xem û kesera wan de şirîk dizane.