Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya saziyên Mafên Mirovan ji biryarnameya NY derbarê mijara Mafê Mirov li Îranê

20:02 - 14 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Komeleya Mafên Mirovan a Kurdsitan a Îranê – Jinêv, digel zêdeyî 30 tayên Mafên Mirovan, di daxuyaniyeke hevpar de piştevanî kirin ji biryarnameya Civata Giştî ya NY, derheq rewşa Mafên Mirovan di Îranê de.

Ev biryarnameya di 19’ê Çiriya Paşîn di Civata Giştî ya NY de ji bo dengdanê hate danan. Ev biryarname ji bo binpêkirina mafên mirov li Îranê, û berfirehbûna hejimara îdam, û binçavkirina çalakvanên mafên Mirov û rajnamevanan…û hwd digire.

Li gora pêşniyara Komeleya Mafê Mirov a Kurdistana Îranê – Jinêv, di beşeke vê biryarnameya hevpar de, îşare bi siyaseta tepeserker û regezperestane ya rejîma Îranê li dijî neteweyên Kurd, Ereb, û Tirk hatiye kirin.

Di dawiyî vê beyanameyê de, saziyên Mafên Mirov ji NY dawxaz kirine ku mijara Mafên Mirov di Îranê de goriyê berjewendiyên aborî nekin.