Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sûriye bûye gorîstana Pasdarên Îranê

19:55 - 22 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Rojnameya “Fîgaro” di gotareke xwe de amaje bi vê yekê dike ku hejmara kuştiyên Îranî di axa Sûriyê de, di van çend rojên derbazbûyî de ber bi zêdebûnê ve diçe û tenê di heyva Çiriya Pêşîn de, 30 heya 40 kes di Sûriyê de hatine kuştin ku, 14 kes ji wan pasdarên xwedî pile ên Spaha Pasdarên Îranê ne.

Li gorî nûçeya “Radyo Firansa”yê ku ji aziman Rojnameya Fîgaro ve bas dike, hejmara wan kesan ku di despêka îsal de û piştî 3 sal şerê li kêleka hevpeymanê xwe wate rejîma Sûriyê, 200 pasdarên Îranê hatine kuştin. Lê ligorî dîplomatekî li Tehrana Serbajara Îranê, berê tenê şêvirmendên Îranî di Sûriyê de dibûne armanc, lê îro rojê ew kes dibin armanc û têne kuştin ku, zêdetir di operasiyonên leşkirî de pişikdar dibin û xwediyê pileyên bilind ên leşkirî ne.

Êdî rejîma Komara Îslamî ji kuştina çekdarên xwe naveşêre, bo mînak nûçeya kuştina Serdar Husên Hemedanî ku yek ji karbidestên herî pilebilind ên Spahê bû belav kir û tenanet rêûresma rêzgirtinê jî bo terîmê navbirî jî lidar xist.