Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diziya 4800 milyard Tûmenî ya şûnwarên dîrokî, şahkariya herî nû ya rejîmê

20:54 - 24 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Rûpeleke din ji dizî û xerabkariya şûnwarên dîrokî ên Îranê di dewrana Ehmedînijad de eşkere bû.

Mlapera hikûmetî ya Tabnak, ji zarê Ebdulnasir Mîrçî, Birêveberê giştî ê şûnwarên çandî ên rejîmê di parêzgeha Elborz de, bas ji bêserûşûnbûna nêzî 48 hezar şûnwarên dîrokî û nisxeyên xetî piştî veguhastina wan bo Şîrazê di ewrana serkomariya Ehmedînijad de kiriye.

Derheq van şûnwarên dîrokî Esedullah Derwîş Emîrî, alîkarê karûbarên hiqûqî û meclisê ya ser bi Saziya Şûnwarên Çandî ên rejîmê tevî îşarekirina bi buhaya van nisxeyên xetî, ku di pirtûkxaneya nawendî ya vê saziyê de têne ragirtin, ragehand ku: “Mixabin piştî veguhastinê, ew pirtûkên dîrokî û nisxeyên xetî di telîstên birinc û kartonan di binerdê avahiya vê saziyê de dihatin ragirtin, lê bi sedema şehkêşana cihê wan pirtûkan, û hebûna gellek mişkan, xisareke micid dîtin, lê piştre ku anîne Tehranê, ji aliyê karnasên vî warî ve, hemû hatin çêkirin.

Herçend ku axivtinê navbirî dikare rastiya axivtinên Birêvebrê giştî ê şûnwarên çandî ên Elburzê, di warê bêserûşûnbûna van şûnwrên dîrokî ret bike, lê li gora zanyariyan beşek ji wan şûnwaran ku heman 48 hezar nusxeyên xetî ne, tu carî bo Tehranî nehatin vegerandin.

Li gora gotina karnasên şûnwarên dîrokî, hekî ew şûnwar bi nirxa navgîn her yek ji wan 100 milyon Tûmenî be, wê demê em dikarin bêjin ku di dema serkomariya Ehmedînijad de diziya herî mezin ya 4800 milyard Tûmenî hatiye kirin.