Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elîekber Wîlayetî: Hevdîtina Xamineyî û Potîn girîngtirîn hevdîtina dîroka Îranê bû

20:40 - 25 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Wîlayetî, rawêjkarê navdewletî ê Elî Xamineyî, rêberê rejîma Îranê hevdîtinên nevbera Potîn û Xamineyî wek yek ji girîntirîn hevdîtinên di dîroka Îranê de binav kir.

Piştî seredana serkomarê Rûsiyê Wîladmîr Potîn di roja Duşemî 02.09.1394’an bo Îranê ku hevdîtin tevî Xamineyî pêk anî, Wîlayetî ev seredan bi dîrokî wesif kir, û Xamineyî jî got ku hebûna Rûsiyayeke bihêz di berjewendiyaTehranê de ye.

Di vê hevdîtinê de her du aliyan li ser pirsa Sûriyê gengeşe kirin û Potîn got ku em bi rêkevtinê pabend in û berevajî hindek aliyan, em li pişt re xenceran li kes nadin û li pişt perde tu kiryaran li dijî dostên xwe encam nadin.

Elîekber Wîlayetî di dirêjiya gotinên xwe de got, hevdîtina han du demjimêran dom kir û herdu aliyan li ser alîkariyên hevdu di warê deverê û navnetewî de gengeşe kirin.

Du welatên Rûsiye û rejîma Îranê di warê alîkariya stiratijîk bi awayekî berfireh alîkariya hevdu dikin, û li Sûriyê wekî piştevanê sereke yê Beşar Esed têne hesibandin û di warê leşkerî û malî de alîkariya hêzên Esed dikin.