Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Potîn: Tirkiyê şûrê xwe li piştê ve li Rûsiyê xist

20:44 - 25 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Piştî xistina xwarê ya balafira şerî ya Rûsiyê ji aliyê Tirkiyê ve, Potîn serkomarê Rûsiyê, welatê Tirkiyê bi lihevkirina digel terorîzmê tawanbar kir.

Li gora nûçeyên ku belav bûne, piştî vê ku roja borî 3’ê Sermawezê balafireke şerî ya Rûsiyê ji aliyê arteşa Tirkiyê ve hate hingavtin, Potîn serkomarê Rûsiyê got ku niha Tirkiyê li aliyê piştê ve şûr li me xistiye, û ragehand ku Tirkiyê bi terorîzmê re li hev kiriye.

Serkomarê Rûsiyê derheq xistina xwarê ya vê balafira şerî, hişdariyeke micid da wî welatî û pêdagirî kir ku ew karê arteşa Tirkiyê wê encameke xirab ji Enqerê re li pey xwe hebe.

Di vê derheqê de serokê NATO’yê piştevaniya xwe ji Tirkiyê eşkere kir, û got ku em yekparçeyiya xaka welatên endam di vê rêkxirawê de diparêzin.

Piştî vê bûyerê Wezareta Parastina Rûsiyayê pêwendiyên xwe ên leşkerî digel welatê Tirkiyê helavîstî hişt, û “nav”eke şerker şande nav avên Sûriyê li nêzî Laziqiyê de, ku bi ser Tirkiyê de zal e.

Herwisa Obama serkomarê Amerîkayê di gotûbêjeke telefonî de, pêdagirî kiriye ku Amerîka piştevaniyê ji Nato û Tirkiyê dike.

Herwisa piştî xistina xwarê ya balafireke şerî ya Rûsiyê ji aliyê arteşa Tirkiyê ve, di heman rojê de hilîkoptereke Rûsiyê li parêzgeha Laziqiye li herêmên di bin kontrola rejîma Beşar Esed de, ji aliyê dijberên vê rejîmê ve hate hingavtin.

Rêkxirawa Çavdêr a Mafên Mirovan a Sûriyê ragehand ku hilîkopter di herêma “Cebel El-ekrad” a Laziqiye de kete xwar.

Herwisa nawenda medyayî ya Sûriyê jî belav kir ku di herêma “Cebel El-ekrad” de jî di navbera dijberên Esed û hêzên rejîma Îranê de şer û pevçûneke giran hebeûye, ku di vî şerî de hêzên Milîş ên Şî’e jî ku ser bi rejîma Îranê ne beşdar bûne.

Tirkiye yekem car e di heyama 60 salên borî de, ku welateke endamê NATO balafireke şerî ya Rûsiyê bixe xwar.

Tirkiye yek ji wan welatên dijberî rejîma Beşar Esed e, û rejîma Tehranê û Rûsiyê jî ji alîgirên vê rejîmê ne.