Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşikçî: Hekî Kurdan dewlet heba, dosiya Dr. Qasimlo nedihate ragirtin

20:42 - 28 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Îsma’îl Bêşikçî civaknas û zimanzanê dostê Kurdan, di simînarekê de, ragehand ku hekî Kurdan dewlet heba, dosiya Dr. Qasimlo bi tu awayekî nedihate ragirtin.

Li gora rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Pêncşemiyê 5’ê Çiriya Paşîn a 2015’an, Îsma’îl Bêşikçî di simînarekê de, ku di parêzgeha Duhokê de hatibû lidarxistin, gotbû; Hekî Kurdan dewleta xwe heba, bi tu awayekî dosiya terora Dr. Qasimlo nedihate ragirtin.

Herwiha Bêşikçî ragehandiye dewleta “Austrya” (Otrîşê) piştî terorkirina rêberên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pêwendiyên xwe digel rejîma Îranê berfirehtir û qahîmtir kirine.
Navborî di doma axavtina xwe de gotiye ku hevjîna Dr. Qasimlo, xatûna Nesrîn Qasimlo gellek hewl da ku ji riya dadgehê ve zextê bixe ser dewleta “Austra” (Otrîşê), lêbelê hewlên wê bê encam man.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 22’ê Pûşpera sala 1368’an, di dema ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd digel hejmarek ji nûnerên rejîma Îslamî a Îranê di Viyenê de gotûbêj dikirin, digel hevalên xebatkar ên xwe Ebdullah Qadirîazer, endamê komîteya navendî a Partiya Demokrat, ji aliyê nûnerên rejîma Îranê ve hatin şehîdkirin. Di vê terora necamêrane de Dr. Fazil Resûl Kurdê Başûra Kurdistanê, û mamostayê Zanîngeha Viyenê, ji aliyê terorîstan ve hatin şehîdkirin.