Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

ÎRNA, nûçegihaniya fermî a rejîma Îranê nefreta xwe derheq siyasetên Herêma Kurdistanê nîşan da

21:05 - 10 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: ÎRNA, nûçegihaniya fermî a rejîma Îranê di kovarekê de li jêr navê “Barzanî li Tirkiyê li pey çiye?”, Mesûd Barzanî yekem kes zanî, ku bi kincên Kurdî di bakûra Îraqê de derdikeve.

ÎRNA, nûçegihaniya fermî a rejîma Îranê nivîsiye: “Mêrê bi kincên kurdî di başûra Kurdistana Îraqê, hefteya derbazbûyî li sefera bi heyecan a xwe ji Erebistana Siûdî û Herêma Yekgirtî a Erebî vegeriya û piştre leşkerên Tirkiyê çûne hundirê Bakûra Îraqê. Vê demê bêyî ku armancên wê seferê diyar bin , niha jî ber bi Tirkiyê ve sefer kiriye, û diyar nîne ku armancên wî çine?”

ÎRNA dibêje: “Barzanî li asta Îdarî de, bi bawera hemû Patiyên Kurd yên Bakûra Îraqê, tu erkeke fermî di Herêma Kurdistana Îraqê de tineye”.

Vê nûçegihaniya fermî a rejîma Îranê ragehandiye: “Barzanî ji aliyê hemû kesayetî û Partiyên siyasî yên Îraqê, bi hatina ne yasay a leşkerên Tirkiyê bo hundirî Îraqê tê tewanbarkirin, û li gor gotinên Davûd Oxlû Serokwezîrê Tirkiyê îşare bi vê dike ku paşekêşiya leşkerên Tirkiyê ji hundirê Îraqê, li gor pejirandina Barzanî ye”.

Xatûn “Antsar Elrîbavî” li Îtilafa dewleta yasayê di Parlimana Îraqê de li ser vê baweriyê ku armanca vê seferê şexsî ye, û her di vî halî de jî dibêje ku Barzanî di hewlên piştevaniya Tirkiyê ji bo serbixweyiya Kurdistanê ye.

Di çend salên derbazbûyî de, rejîma Îranê derheq pêwendiyên dîplomatîk yên berpirsên herêma Kurdistan Îraqê bertek nîşan dane, û herwiha rejîma Îranê derheq xweseriya Kurdistanê di Îraqê de nîgeraniya xwe nîşan daye.

Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistana Îraqê di seferên xwe yên bo welatên herêmê û cîhanê de, bi berdewamî behsa xweseriya herêma Kurdistanê kiriye û nîgeraniya rejîmên dagîrker yên hakim li ser beşên din yên kurdistanê jî li pey xwe re aniye.

12808.jpg