Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li sê bajarên Bokan û Seqiz û Mehabadê çalakiya teblîxî bi rê ve çû

21:31 - 13 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarên Bokan, Seqiz û Mehabadê bi boneya 26’ê Srmawezê çalakiya teblîxî bi rê ve birin.

Li gora nûçeya ku gihaye Kurdistanmedia, endam û tekoşerên PDKÎ PDKÎ bi boneya 26’ê Sermawezê li bajarê Mehabadê bno cara çendê terakt û wêneyên taynet bi roja pêşmergê Kudristanê belav kirin.

Li Mehabadê li meydana Heyvanan, Eshabe Spî, Kanî Sofî Teha, û Kanî Mam qenberan çalakiya teblîxî bi rê ve çû.

Li Seqizê jî li “Xoşe dere”, û li herêma Serşîwa Seqizê çalakiyên teblîxî bi rê ve çûn.

Li Bokanê de jî li gundên cadeya Burhan, cadeya Nobar, terakt û CD’yên taybet bi vê rojê hatin belav kirin. Herwisa li ser riyên Burhan heya gundê Îsa Kend, Şêxler, Kerêze, Mehmûd axa, Exteter, Qerekend, Kanî Tomar, Ezîz Kend, Nobar, paşbilax, Terexe, Qadirava û Baxçe, çalakiya teblîxî bi rê vebirin.

Ew çalakiyên teblîxî di demekê de bi rê ve çûn, ku rewşeke tewaw emniyetî bi ser bajarên Kurdistanê de zal bû.

Li Kirmaşanê jî, tekoşerên PDKÎ li ser bilindahiyên du eşkewte, û Taq wesan, bi hildana alaya Kurdistanê û nivîsandina diruşmên pêwendîdar bi roja Pêşmerge, pêşwazî ji 26’ê Sermawezê kirin.

12866.jpg

12865.jpg

12864.jpg

12867.jpg

12869.jpg