Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî bersiva peyama Deftera Siyasî ya PDKÎ da

21:25 - 14 Kanûna pêşîn 2015

Kurdisanmedia: Piştî vê ku Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya lidarxistina çaremîn kongireya partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd peyameke pîrozbahiyê ji wna re şand, Deftera Siyasî ya vê partiyê jî bersiva peyama Deftera Siyasî ya PDKÎ da, ku deqa vê peyamê bi vî awayî ye:


Birayê berêz Mistefa Hicrî, Sekretêrê giştî Partî Dîmoqratî Kurdistanî Îran.

Berêzan Endamên Deftera Siyasî û Endamên serkirdayetî ya PDKÎ.
Silav û rêz:

Bi navê Deftera Siyasî ya Partiya Demoqrata Pêşevrû a Kurdî li Sûriyê, bi dilgermî em spasiya we dikin li ser nama we ya pîrozbahiyê ku gihişte destê me bi bona li darxistina Kongirê Çardemîn yê Partiya me (PDPKS), û em serkeftinê ji xebat û têkoşîna were dixwazin.

Hevalên Hêja:

Kongeriya me di dema (20- 24/11/2015) an de, li Bajarê Qamişlo hate li darxistin, bi derve jî, û bi amadebûna (241) Endamî jî hemî rêxstin û dezgehên Partiya me ji nav welat û ji derve jî, û bi serkeftin komelek biriyar û pêşniyarên giring û taze encam da, di pêşiya wan de doza Yekrêziya Kurdî û avakirina Navendeke Biriyara Siyasî Kurdî li Sûriya di navbera Hêzên Serekî û xwedî bandor di Meydana Siyasî Kurdî de, ku êdî ev daxwaza bûye pêydiviyeke giring di vê Qûnaxa hestiyar û metirsîdar de ji Dîroka Miletê me de, her weke we jî di nama xwe de tekeze lê kiriye.

Lewma, di vî warî de em bi hêviya piştgîrî û alîkariya wene ji bo pêkanîna vê armanca netewî û giranbuha, herwiha Kongir dibîne ku ew pêwendiyên dîrokî dinavbera herdû Partiyên me de divê xurtir û qûltir bibin, di xizmeta berjewendiyên netewî û niştîmanî Kurdî de bin.

Digel silavên Birayetî yên gerim, û hêviya serkeftin û pêşkevtina we.
Qamişlo 04/ 12/ 2015

Deftera Siyasî Ya Partiya Demoqarat a Pêşverû ya Kurdî li sûriya