Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeta HDP’ê serdana beşa Pêwendiyên PDKÎ li bajarê Hewlêrê kir

19:37 - 21 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Heyeteke HDP serdana binkeya Pêwendiyên PDKÎ li bajarê Helwlêrê kir, û pêdagirî li ser hevhelwestiya hêzên Kurdistanî di vê qonaxa hestiyar de kir.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia: Roja Yekşemiyê 28’ê Sermawezê heyeteke nûneratiya HDP li Herêma Kurdistanê, pêkhatî ji rêzdar Şîlan Mihemed Emîn Oxlo, û Abid Îke, serdana beşa Pêwendiyên PDKÎ li bajarê Hewlêrê kirin, û ji aliyê Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya Nawendî û berpirsyarê beşa Pêwendiyên vê partiyê li Hewlêrê ve hatin pêşwazîkirin.

Di destpêkê de birêz Mihemed Salih Qadirî tevî bixêrhatinkirina şanda HDP’ê li ser dîroka PDKÎ û pirensîpên wê di hemberî parçeyên din ên Kurdistanê de axivî, û hêvî xwast ku her yek ji aliyên siyasî ên beşên Kurdistanê li ser bingeha rêzgirtina ji îrade û cudahiya hizrê ya hevdû kar û xebata xwe bimeşînin, û dûr bin ji siyaseta destêwerdana di nava karûbarên hevdû, bi taybetî di qonaxa niha de ku hêzên Pêşmerge xelk û xaka Kurdistanê diparêzin, û karîne bi têkbirina pîlanên neyaran, pêgeh û bandore tevgera demokrasîxwaziya Kurdistanê li şerê li dijî terorîzmê de bixe rojevê de, û bandoreke baş li ser asta navxweyî û navneteweyî bo ber bi pêşveçûna doza Kurd çêbike.

Xatûna Şîlanê jî tevî bilindnirxandina siyasetên PDKÎ li ser pirsên neteweyî, daxwaza berdewamiya pêwendiyan û piştevaniya ji xebata HDP kir.

Di dawiyê d eherdu alî hevhizir bûn, ku hevdu qebûlkirin û tebahiya di navbera aliyên siyasî ên Kurdistanê de, wekî berpirsaytiyeke neteweyî niha ji hemû demekê zêdetir hewce ye, û dibe bo berjewendiya giştî ya neteweyî hemû hêz û aliyek di asta berpirsayetiya xwe de bersivder bin, û bi hevdengiya zêdetir û alîkariya zêdetir, bikarin jîngeheke baş di warê siyasî de, bo ber bi pêşveçûna tevgera Kurd berhem bînin.