Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyek di roja Pêşmergê Kurdistanê de koça dawiyê kir

21:13 - 21 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Mam “Fethulla Rehîmpûr” kurê “Mihemed Kerîm” xelkê bajarokê Nodşe ya ser bi herêma Newsûdê, di roja Pêşmergê Kurdistanê de tevlî karwanê şehîdan bû.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, Mam “Fethulla Rehîmpûr” kurê “Mihemed Kerîm” xelkê bajarokê Nodşe ser bi herêma Newsûdê di roja Pêşmergê Kurdistanê, di temenê 90 saliyê de, bi sedema nexweşiyê li bajarokê “Kanî Dînar” a Merîwanê de, çepera tekoşînê ji rêhevalên xwe re bi cih hêla.

Navbirî sala 1963’an de tevlî refa pêşmergeyên PDKÎ bibû, û di kongireya dehem de jî, wekî nûnerê endamên PDKÎ yê herêma Hewraman bû endamê kongireyê.

Herçend navbirî heyamekê di girtîgehên rejîma paşayetî de jî bû, lê dîsan navbirî piştî ku azad bibû, bi awayê veşartî kar bo PDKÎ dikir.

Navbirî karê xwe yê veşartî digel hinek ji hevalên xwe yên Nodşeyî domand, û piştre li hêza pêşmerge ya Şaho de hate bi cih kirin, û di gellek şerên herêma Hewraman de beşdarî kir.

Bi boneya koça dawiyê ya navbirî PDKÎ sersaxiyê dibêje malbata “Mam Fethullah” û xwe di xema wan de bi şirîk û hevpar dizane.