Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jidayîkbûna tîrêja rojê û serkevtina ronahiyê pîroz be

21:32 - 21 Kanûna pêşîn 2015

Jidayîkbûna tîrêja rojê û serkevtina ronahiyê pîroz be

Şeva Yelda, şeva herî dirêj ya salê, li gora baweriya kevn ya Kurdan, û akinciyên Zagrosê, şeva jidayîkbûna Mîtra ye, ku di vê şevê de, camêrek di nav eşkevtên pîroz de ji dayîk dibe, û sembola şer û bêbextiyan ji nav dibe, û xwînê bi ser deşt û nevalan de diweşîne, û avedanî û şînikatî li peravên pîroz de serî hildidin. Herwisa li gora hinek baweriyan, şeva Yelda, şeva şerê herî mezin, û çarenûssaz di navbera tarîtî û ronahiyê de ye, ku di dawiya şevê de, ronahî bi ser tarîtiyê de, bi ser dikeve.

Bo me Kurdan jî, ku niha şereke herî mezin di navbera şerxwazî û pakiyê de heye, şeva Yelda, şeva jidayîkbûna Dr. Qasimloyê nemir wateyeke girîng ya xwe heye.

Ji Komîsyona Ragehandinê ya PDKÎ ve, em şeva Yelda ji hemû hevwelatiyên Kurdistanê pîroz dikin.