Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

KCD’ê biryara xweseriyê pejirand

20:49 - 28 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Piştî vê ku PKK’ê biryara xwe ya xweseriya Demokratîk ji bo Kurdistana Bakur ragehand, KCD’ê jî piştgirî da vê biryarê.

Li gora nûçeya nûçegihaniyan, piştî vê ku PKK’ê biryara xwe ya xweseriya Demokratîk ji bo Kurdistana Bakur ragehand,û dewleta Tirkiyê jî li dijî vê biryarê riya serkutkirinê girte pêş, û şer û aloziyan piraniya herêmên Kurdistana Bakur bi xwe ve girt, KCD’ê jî civîneke awarte lidarxist. KCD’ê di vê civîna xwe de, ku du rojan dewam kir, Xweseriya Demokrtaîk ragehand.

Daxuyaniya encamên civînê ji aliyê Xatîb Dîcle û Selma Îrmak ve hate xwandin û têde biryara avakirina Herêmên Xweser li Bakurê Kurdistanê bi beşdariya yek an jî çend bajaran hate eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li seranserê welat, li gorî nêzîkbûn û têkiliyên çandî, aborî û coxrafî, bi tevlîbûna yek an jî çend bajarên cîran, “Heremên Xweser ên demokratîk” bên avakirin.”

Di daxuyaniya dawî ya kombûna awareta ya Civaka Giştî ya KCD’ê de 14 xal wek encamname hatine belavkirin, ku tê de bas ji ji nû ve avakirina dezgeha dadweriyê li herêmên xweser, û perwerdeya bi zimanê dayîkê kiriye.
Hêjayî basê ye ku Demîrtaş di vê civînê de ragehand ku diyarîkirina mafê çarenûsê, mafê bêgotin ê me ye, û emê herêmên xwebirêveber ava bikin û AKP jî dibe qebûl bike, û hekî neke jî, bila li ser dijminatiya xwe bi Kurdan re berdewam be.

Herçend derheq binpêkirin mafên mirov ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve, serjimêriyên cuda belav dibin, lê weqfa mafên mirovan jî ragehand ku di navbera 2 hefteyan de 41 kesên medenî hatine kuştin, û ji meha Tebaxê ve jî heya niha 124 kesên sivîl jiyan axwe ji dets dane.

Her derheq şer û pevçûnên di Tirkiyê de, çar yekîtiyên sertaserî ên kedkarî û pizişkî ragehandin ku em daxwaza rawestandina şer dikin, û heya her du aliyên ku bi hev re şer dikin, şer nedin sekinandin, em dev ji gireva xwe bernadin.

Piştî pejirandina xweseriya demokratîk ji aliyê KCD’ê ve, û avabûna YPS’ê wate (Yekîtiya Parastina Sivîlan) di Kurdistana Bakur de, dewleta Tirk dest bi avakirina çeperên şer li derdora bajaran kir, û wisa dixuye ku ew şer û pevçûn wê heya demeke dirêj bidomin.